Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan dibêjêt hêzêt xwe di vî destûdarê da nahnêrte Iraq - 2004-08-10


Serokê Pakistanê Perwêz Mûşerref dibêjêt welatê wî hêzêt xwe di vî destûdarê da nahnêrte Iraqê, Herçende ku hukmeta Iraqî gelek caran daxaz kirîye di hevpeyvînekê da digel rojnamekê evro ceneral Mûşerref wediyar kir ku renge helwêst wî bête gûhorîn heke destûdarê Iraqê hate guhorîn. Û got wî helwêsta Pakistanê rohn û xûya kirîye bo Amrîka û bo sikrtêrê giştî UN Kofî Anan û bo serok wezîrê Iraqê Eyad Ellawî.

Rêzdar Mûşeref sê şert û mercêt welatê xwe dûbare kirin li ser hinartina hêzêt xwe bo Iraqê, ew jî evene: daxazek ji hukmeta Iraqî, pêgirtinek ji welatêt mûsûlman ku ew jî hêzêt xwe binêrin, û piştevanîya navxo. Zêrevan dibêjin renge ku Pakistanî piştevanîya rola ceneral Mûşerref neken di şerê Amrîka da dijî tirorê.

XS
SM
MD
LG