Lînkên eksesibilîtî

Îranî ji N.Ê. xast da roleka bi kiryar bîbînît bo bi dûmahî înana şerê li bajêrê pîrozê Nejef - 2004-08-16


Wezîrê dervey Îranî Kemal Xerazî ji Neteweyêt Êkgirtî xast da roleka bi kiryar bîbînît bo bi dûmahî înana şerê li bajêrê pîrozê Nejefê.

Ajansa peyamêt Îranî dibêjît rêzdar Xerazî ev daxaze evro bi rêka tîlifonê kir digel bawerpêkerê giştîyê N.Ê Kofî Annan. Rêzdar Xerazî got Amrîka xeletî kir demê xûrtî û hêz bikar înayn û hesta Iraqîyan azrandî.

Bi alîyekê dîve peyvdarekê hukmeta Îranî dibêjît Iran dê hukmeta Iraqî berpirsîyar ket beramberî selametîya dîplomatekê Îranî ku li Bexda hatîye revandin.

Komeleka milîtanêt Iraqî gefe kirîne ku dê diplomatê Îranî ceza ken heke Îran 500 girtîyêt Iraqî ber nedet ku di şerê navbera sala 1980 heta 1988 navbera Îranê û Iraqê hatibûne girtin. Lê Îran dibêjît çi girtîyêt Iraqî li Îranê nemayne.

XS
SM
MD
LG