Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li bajêrê Mîsil 5 kes hatîye kuştin û 10 kesên dî birîndar bîn - 2004-08-18


Li encama hêrişeka bi gûle hawena bo ser bazareka pir hatûçoya bajêrê Mîsil li bakora Iraqê bi kêmî 5 kesên sîvil hatine kuştin. Leşkerê Amêrkî ragehand ku bi kêmî 10 sîvilyên dî di wê hêrişê da birîndar bîn. Aşkera nîye ka kê ev hêrişe encam daye.

Li Bexda peqînek li nizîk cihê komeleya kongireya nîştîmanîya Iraqî çê bî. Lê birîndar bîn an ku]tind hîç kesekî ne hatîye ragehandin.

Li bajêrê kevnarê Babil li başora Bexda û , dû serbazên Polendî bi sivkî birîndar bîn demê hêrişeka bi hawenan bo ser bingehê wan hate kirin.

XS
SM
MD
LG