Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê milîtanên Şîaa çekê xwe dadinên û mezargehê Imam Elî derdikevin li dû rêk-keftinekê bo dumahî înana sê heftîyên şerî - 2004-08-27


Li Iraqê milîtanên Şîa'a çekê xwe dadinên û mezargehê Imam Elî derdikevin li dû rêk-keftinekê bo dumahî înana sê heftîyên şerî.

Hêzên Iraqî li dor û berên merqedî belave bûn piştî çekdaran komeka tifenga li pêş ofîsa melayê serhelday Mûqteda El-Sedr danan serhev..belê Raport ji bajarê radigehînin ku hêşta hemû çekdaran çekê xwe nedaye dest. Mûqteda El-Sedr kilîlên merqeda Imam Alî dane nunerê melayê xudan desthelatê Şîa'a Ayetulla Alî El-Sîstanî.

Berêz Sîstanî navberî kir bo gehiştina danustandinên aştîyê. Hezaran oldarên Şîa'a li Necef kom buneve bo nivêja Eynî.

Bi alîyekê dîve û li bajarê Muslê bakura Iraqê, otombîleka bombe kirî li nêzîk karwanekê otombîlê leşkerê Amerîkî peqî û bi kêmî deh sivîlên Iraqî birîndar kirin û serbazekê Amerîkî kuşt.

XS
SM
MD
LG