Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîkî dibêje hêzên hevpeymana kiryarên berfirehên leşkerî li sê bajarên Iraqê dikin  - 2004-09-09


Leşkerê Amerîkî dibêje hêzên hevpeymana kiryarên berfirehên leşkerî li sê bajarên Iraqê dikin têne hejmartin weka bingehên xirapkaran û şervanên biyanî.

Şevê dî firokên cengî yên Amerîkî armanc li bajarokê Tel-a'fer bakûr û li nêzîk sinurê Surya bombe baran kirin.

Leşkerê Amerîkî got renge ew kiryarên leşkerî her berdewam bin heta kontrola bajarî bikefte jêr desthelata hikûmeta Iraqê.

Karbidestên nexoşxana dibêjit bi kêmî 22 kes hatin kuştin û pêtir ji 70 yên dî birîndar bûne.

Li bajarê Felluce yên Amerîkî li sipêdeya îro pencşem hêriş kire ser avahiyekê hatiye pişt rast kirin ku endamên komela tîrorist Ebu-Meseb El-Zerqawî bikar di înin û karbidestên nexoşxana bajarî dibêjin 8 kes hatine kuştin...jin û zarok di nav wan da ne.

Li Samerra bakûra Bexcda, hêzên Amerîkî û Iraqî bi aştî keftin bajarî û careka dî civatê danin û berê xwe bidin rewşa navendên polîsa.

XS
SM
MD
LG