Australia dibêje polîsê Indonesia hijdarî pêgehiştiyê berî ew peqîna roja Pêncşembî li derveya balyozxana Australî li Jakarta.
Karbidestên Australî dibêjin li peyameka Eliktronî hijdarî hatiye dan ku hêrişek liser balyozxaneka rojavayî dihête kirin eger oldarê çekdarê Endenusî (Indonesia) Ebu-Bekir Başîr li girtîxanê nehête azad kirin. Polîsê Endenusî çi daxoyan liser vê belavname nedayne.
Beşîr ku nîke li girtîxaneka Jakartay hatiye dest-biser kirin û çaverê dihête kirin bi tometa hebîna peywendiyên bi ew hêrişa bo ser otêleka Jakarta ya li sala par bihête gunahbar kirin ku têda 12 kes hatine kuştin.