Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Iraqê dibêjin ji egera çendîn rûydanên peqîn-karya li seranserî welatî bi kêmî ve 12 kes hatine kuştin û 16 jî birîndarin - 2004-09-15


Karbidestên Iraqê dibêjin ji egera çendîn rûydanên peqîn-karya li seranserî welatî bi kêmî ve 12 kes hatine kuştin û 16 jî birîndarin.

Wan ragehandin ku di pêkdadanekê da navbera hêzêt Amerîkî û xirapkaran li Rumadî 5 kes hatine kuştin û 10 jî birîndar bîne.

Herwesa wezareta navxoya Iraqê ragehand ji sedema peqîna otombîleka mîn kirî li bajêrê Suwaya başûra Bexda 2 kes hatine kuştin û 10 kesên din jî birîndar bîn.

Hemdem serbazêt Amerîkî termê sê mirovêt bê ser liser cadeyeka bakûra Bexdayê ve dîtine. Leşkerê Amerîkî dibêjît wê pêdiçît ku ew termêt medenîyan bin.

Bi alîyekî din ve kompanyeka Ûrdunî bo vegohastina rawestandina karê xwe li Iraqê ragehand bi merema cih bi cih kirina daxwaza revînkarên êk ji karmendêt wê Û tête ragehandin rehînê Tirik ko li meha 7 ji aliyêt xirapkaran hatibû revandin, hatiye berdan.

XS
SM
MD
LG