Endazyarekê Birîtanî ku bi barimte ji alîyê milîtanêt Iraqê hatibîne girtin li vîdyoyeka nû diyar dibe û daxaz ji hikmeta xwe dike jiyana wî rizgar biket.
Evro çarşembî, televizyona El-Cezîre wêneyekê nû ya Kenneth Bigley belav kiriye û nîşanda ku ew li qefeseka bû cilkê reng pirteqalî li ber bû. Wî got revînkarêt wî nevêt wê bikuje û got serek wezîrêt Birîtanî daxaza wî pişt-gwê xistiye.
Birêz Bilêr li konfransa Partiya Karê got hikumeta wî herç şitek hebît dike bo rizgar kirina wî barimtey.