Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Milîtanêt ser bi melay tûndrê Şîa'ayê Muqteda El-Sedr dest bi teslîm kirina çekêt xwe kiriye - 2004-10-11


Milîtanêt ser bi melay tûndrê Şîa'ayê Muqteda El-Sedr dest bi teslîm kirina çekêt xwe kiriye...weku pêngavek ji rêk keftina aştiyê digel karbidestêt Iraqî û Amerîkî bo bi dumahî înana çend heftêt şer û lêkdan li bajêrê El-Sedr li Bexda.

Karbidest dibêjin ew çaverê diken ku teslîm kirina çeka heta pênc roja bikêşêt û piştî hingî polîsêt Iraqî û nobedarêt nîştîmanî dê bi karubarêt parastinê dayn li wî bjêrê ku piraniya akinciyêt wî şîa'ane li paytextê Iraqê. Bê çek kirina milîtana pêngaveka serekiye bo parastina tenahiyê berî helbijartina li meha yêk.

Bi aliyekî dîve, dû serbazêt Amerîkî hatine kuştin û pênc jî birîndar bûn bi hêrişeka mûşeka evro li başûra Bexda.

Li Muslê bi peqîna otombîleka bombe kirî nêzîkî karwanekê hêzêt Amerîkî dû Iraqî birîndar bûn û li belavnameka hêzêt Amerîkî dibêjît serbazêt Amerîkî jî hatîne hingaftin.

XS
SM
MD
LG