Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xirapkaran li Iraqê jimareka hêrişa li Bexda û Musilê kirin  - 2004-10-25


Roja Duşembî xirapkaran li Iraqê jimareka hêrişa li Bexda û Musilê kirin û bi kêmî ve 11 kesêt medenî û yêk serbazê Amerîkî hatine kuştin.

Karbidestêt leşkrî li Bexda dibêjin bombeka ser cadê li rojava Bexda peqî demê karwanekê Amerîkî derbaz di bû û serbazekê Amerîkî hate kuştin û pênc kesêt dî ku li wêrê rawesta bûn birîndar bûn.

Dîsan her li Bexda dû hêrişêt diyêt bomba dijî karwanekê Amerîkî û desteyeka nobedariyê hatine kirin lê kes birîndar ne bû.

Li naverasta Bexda otombîleka bombe kirî çend sed mêtreka di wêrî balyozxana Austuralî peqî û sê kesêt medenî yêt Iraqî hatine kuştin û jimareyek jî birîndar bûn bi kêmî ve dû ji wan serbazêt Austuralî ne.

Li bakura welatî li Musil, dû otombîlêt bombe kirî peqîn ku armanca wan ofîsêt hukmetê bûn û bi kêmî ve sê kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG