Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Japonê sozê didet ku hêzêt welatê xwe li Iraqê bihêlît - 2004-10-31


Serok wezîrê Japonê Junichiro Koizumi sozê didet ku hêzêt welatê xwe li Iraqê bihêlît diser hindê ra ku çekdarêt welatîyekê Japonî kuştî daxaza vekêşanê kirbû. Evro yekşembî li Tokyo birêz Koizumi digel peyamhinêran axift û torebîna xwe dyarkir liser koştina wî rehînê Japonî lê dîsan we dyar kir ku Japon guh nadete sengîyê gefa bo vekêşana hêzêt xwe ku bi karobarêt mirovayetî radibin li Iraqê. Berî hingî, Japonê piştrast kir ku ew termê li Bexda hatîye vedîtin termê gerîdê Japonîyê 24 salî bu.

XS
SM
MD
LG