Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavên helbijartinên serokatiyê li Emerîka - 2004-11-01


Li dumahiya bizavêt berêkaniyê, serok Bush dê ligel piştevan û alîgirêt xwe yêt komarî kom bit li wilayetêt Ohio, Pennsylvania, Wisconsin, Iowa, New Mexico, û Texas. Hevrikê wî, Sînatorê dymokrat John Kerry dê ligel piştevan û alîgirêt xwe kom bit li wilayetêt Florîda, Wisconsin, Michigan, û Ohio. Rawergirtina, dumahiyê, ya CNN/USA Today û Gallup we nîşa didet ku sînator John Kerry li Wilayeta Ohaio bi 4 xala li pêşahiye. Berambirî vê hindê şevê dî serokî kombuneka giştî ya helbijartinê li bajarê Cincinnati girêda. Û vê sipêdê li bajarê Wilmington. Li nêzîkî devera Pensilvania, li bajarê Pittsburgh yê rojava ku li wêrê divêt li gel alîgirêt xwe kom bibit, Serok Bush bi 4 xala li berahiya sînator Kerry ye. Rawergirtina giştî ya Gullop we nîşa didet serok Bush bi 8 xala li berahiye li Wisconsin ku berbijarê komarî kombuna giştî ya helbijartinê li bajarê Milwaukee heye. Û piştî hingî dê berêkaniyê li dû cihêt dî li bajarê Iowa kit ku piçekê li berahiya hevrikê dymukrate. Berêz Bush û xanima wî dê ev şeve li çandingeha xwe li Texas bin ji berî dengdanêt roja sêşembî. Û piştî hingî dê vegerineve seraya sipî û li wêrê dê li hivya encamêt dengdanê mînin ku gelek kêm ya bo maye.

XS
SM
MD
LG