Lînkên eksesibilîtî

Li Iraqê karbidestekê bilind yê wezareta nefta Iraqî hate kuştin - 2004-11-03


Li Iraqê, çekdaran hindek hêriş kirne ser medenî û hêzên parastinê û karbidestên hikumetê. Ew rudane li demekê tên ku hêzên Emerîkî û Iraqî yên xwe amade diken bu hêrişeka leşkirî bo nehêlana milîtana jiberî ku helbijartinên giştî yên meha yêk dest pêbiken.

leşkirê Emerîkî dibêjit frokên wan yên şerî bi rengekê serkeftî iro çarşembî hêrişên bomba kirne ser hindek bingehên çekdara li başûrê bajarê Feluce.

Li heman dem, telefizyona el-cezîre dibêjit wê kasêteka vidyo ya bidest kete we nîşê didet ku desteka milîtana serê 3 nubedarên nîştîmanî yên Iraqî birîn jiber ya ku ew desteya milîtana dibêjitê wana pêzanînên sîxurî dabune hêzên Emerîkî. We zu nahête eşkera kirin ka ew kasêt çend ya raste.

Bi aliyekê dîve li Bexda, çekdaran karbidestekê bilind yê wezareta nefta Iraqî kuşt û hêriş kirine ser bingeheka lêvekolînê li firokexanê ku bu egera birîndar buna hindek medeniya. Li bakura paytextî, serbazekê Emerîkî hate kuştin û yekê dî hate birîndar kirin bi egera hêrişeka bomba.

XS
SM
MD
LG