Lînkên eksesibilîtî

Serok Bush vegerave ser karê xwe piştî dûbare serkeftina wî di helbijartinan da - 2004-11-04


Iro sêşembî, Serok Bush vegerave ser karê xwe. Piştî dûbare serkeftina wî di helbijartinan da yêkemîn kombunê ligel kabîna hikumetê girêda.

Di ser hindê ra ku heta nuha Serayên Sipî bi ranegehande çi guhorîn karî di kabîna hikumetê da bihête kirin, şareza we hizir diken ku hidek karbidest wekî Şîretvana Nîştîmanî Condoleezza Rice, Wezîrê Derve Colin Powell û Wezîrê Dad John Ashcroft ji hikumetê derkevin yanjî karvekêşana xwe biden.

Li Roja sêşembî Serok Bush serkeftin bidestve îna di helbjartinên serokatiyê da. Wî 51 ji sedê dengên giştî birneve û Senator Kerry 48 ji sedê bireve.

XS
SM
MD
LG