Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êketîya Efrîqî ji serokê Başora Efrîqa xast da harîkarîyê biket bo çareserkirna kêşeya welatê Didanê Fîlê - 2004-11-07


Êketîya Efrîqî ji serokê Başora Efrîqa Thabo Mbeki xast da harîkarîyê biket bo çareserkirna kêşeya welatê Didanê Fîlê. Di belavnamekêda evro yekşembî Êketîya Efrîqî ragehand ku rêzdar Mbeki destor heye ku bizavê biket bo çareyeka syasî bo kêşeya wî welatî, lê hêşta dyar neboye ka dê rêzdar Mbeki bizavê ket bo çareserkirna kêşeya navbera hêzêt hikometê û aştîparêzêt Ferensî û serheldayan. Pope John Paul xema xwe dyar kir liser destûdarê wî welatî û ji hikometê û serheldayan xast da pêgirtinê bi rêkeftina aştîyê biken ku berî nuke hatibye kirn vegerênev ser danûstandina.

XS
SM
MD
LG