Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Felestînî daxazê ji Ferensa diket raportekê li ser saxlemiya Yasser Arafatî li demê ku nexuşbu li wêrê amade biket - 2004-11-15


Karbidestên Felestînî daxaz ji Ferensa kirine raporteka bi temamî ya saxlemiyê amade biket li ser wan egeran ku Yasser Arafat li ber mirî.

Rêberê 75 salî nexuşbu bo midehê çend heftiyeka jiberî ku rewşa wî ya saxlemiyê xiraptir lêhatî û ew bifirokê biribune nexuşxaneka Ferensî li dumahiya meha 10. Li wan çend rojên piştî hingî rêzdar Arafat bêhuş bu û paşê mir.

Lê nujdaran çi cara raportên saxlemiyê li ser nesaxiya wî belav nekiribun. Karbidestên Ferensî dibêjin ew wan axiftinan haşa û mandel dikin ku dibêjin rêzdar Erefat hatibu jehir kirin, lê çi pêzanînên pitir li ser wê nedane.

XS
SM
MD
LG