Emerîka dibêjît serok George W. Bush dê berdewam bît li ser şerê dijî tîrorîsmê. di yêkemîn konfiransa xwe ya deng û basanda piştî hatyeve helbijartin rêzdar Bush got her welatekê şehristanî behra xwe di encamêt vî şerî da heye.
Serok Bush got " jêk negirtinên me yêt berê her çewabin, me hemiyan yêk dûjmin heye. karê me hemiyan parastina gelêt mene. û bersîng girtina nexweşiya û birs û hejarîyê li deverên aloz li cîhanê. Ez dê berdewam bim li ser peywendiyê bi dost û hevalbendên me û hevkarên me di yêketiya Ewrupî da û NATO da bo paldana pêşvebirinê û pêşkeftinê û nehêlana tîrorîsta û piştevaniya azadî û dymukrasîyê jitêvla zorkariyê û tîrorê."
Serok Bush herwesa got piştî hêrişên dirinde yên el-Qa'îde li Emerîka li yanzdey Siptembera sala 2001 wî hindek biryarêt gelek bi zehmet dayne ku gelek kes hevbîr nebun digel.
Serok Bush got: " min ragehandineka siyasî da ku heke tu tîrorîstekê bi hewînê, tujî weku wî tîrorîstî guneh karî. û Taliban li Afghanistanê guh neda wê ragehandinê jiber hindê me Taliban lada." herwesa jêk negirtin hebun ji aliyê gelek kesanve demê hevalbendiya bi rêberiya Emerîka rejêma zordar û huv dirinde ya Sedam Husênî li Iraqê laday.
Serok Bush got lê min ew biryar da bo xatira parastina welatê me pitir ji her riştekê dî. Serok Bush dibêjit: "Ez dê berdewam bim li ser wê biryarê hindî ku Serok bim. Lê di heman wexit da ez dê peywendîyê bi alîyên dîjî kem da bo wan ruhin û xuya bikem ka boçî ez wan biryara didem."
Herwesa hindek kesa behsê bizavên Emerîkî kirye bo piştevanêya azadîyê û dymukrasiyê li Afghanistanê û Iraqê û welatên dî yên musilman. û eve dê berdewam parçeka serekî bît ji rêbaza derveya Emerîka.
Serok Bush got neşêy rêberiya vê cîhanê bikey berev rojeka baştir heke te wêneka baştir bo subehî nebît û min dîtineka wesa li ser bawereka mukim ku mileta divêt bi azadî û dymukrasî bijîn.