Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan wan idî'a red diket yên dibêjin wê harîkariya bernama navokî ya Iranê kire.  - 2004-11-18


Peyvdarekê wezareta derve ya Pakistanê Mesoud Xan dibêjit ew Tawan bê binaxe û binetarin lê got welatê wî amadeye di her vekolînekê da harîkarîyê biket.

Rêzdar Mesoud Xan dibêjit " Em giringiyê nadeyne vê raportê yan jî vê idî'ayê. me şik u guman li ser dirust buna vê idî'a yê heye."

Ferîd Sulaymanî endamekê bilind li komeleka hevrik ya Iranê ku li dervey welatî ye roja çarşembî li Vienna gote rojnamevana damezrênerê bernama çekêt navokî ya pakistanê Ebdul Qedîr Xan li nîveka salêt 1990 nexşeya çêkirina bumbeka navokî dabu Iranê paşê li sala 2001 yoranyomê pir zax kirî hinartibu.

Pakistanê pênasîn kiriye ku rêzdar Xan dest di veguhastina nepenî yêt navokî da hebuye bo welatêt weku Korya Bakur, Lybya, û Iran. Lê Karbidestêt Pakistanê dibêjin wan vekolîn li ser wê şermizariyê kirye û pêzanînên xwe li ser hindê dayne ajansa hêza etomî ya navnetewey.

Peyvdarê wezareta derve Masoud Xan dibêjit Pakistan hêşta ya hevkariyê ligel wê ajansê diket. Lê li ser idî'a ya wê komela hevrika Iranî çi raport ne ji ajansa etomî ya navnetewey û ne ji Tehranê wergirtîne û çi peywendî pê nehatiye kirin.

XS
SM
MD
LG