Karbidestên Hindistanê û Pakistanê dibêjin armanc ji kombunêt wan ku dû roja dê berdewam bin ewe ku jêk-negirtinêt xwe li ser kêşeya Keşmîrê bidumahî bînin.
Wezîrê Derve yê Hindistanê Shyam Saran dibêjit: "awayê ku em pê berêxwe deyne vê pirsê ewe ku kiryara avakirina bawerîyê navbera hedû alîyan ji pirsa Coma û kişmîrê cuda nîne. Belkû di rastiyê da peywendî ligelêk heye bo peyda kirina çareyekê bo giriftariya têk alozya Cemo û Keşmîrê."
Serok Wezîrê Pakistanê Şewket Ezîz ku bi serdan yê li herêmê bo danustandinan li ser pirsêt aburî, roja çarşembî ligel serok wezîrê Hindtanê Man Muhan Sing Kom bu.
Wan behsê devera keşmîrê kir ku devereke li ser tuxubîye û herdu welat dibêjin axa wane. Hidistan û Pakistan dû şer li ser Keşmîr kirîne û ev kêşe buye asteng di rêka bazirganîyê û bernamêt pêşveçonê da li herêmê.
Karbidest dibêjin danustandina herdu alan nemazê li ser pirsa Keşmîrê ku heyva bêt dê ête kirin herwesa behsê vekirina rêkeka nuî ya hatuçona otobîsa bi ser tuxobîra ête kirin.