Lînkên eksesibilîtî

Raspêriya helbijartina ya navendî li Ukranua hêşta encamêt resmî bi diristî bilave nekirye - 2004-11-24


Berê sipêdê ku rojê perêt xwe hindav Kêv paytextê Ukranya belav dikirin, xwenîşander ji bin xîvetêt ku befrê nixavtîn derkeftin da daxaza xwe dubare bikeneve ku hate ragehandin ku rêberê komela hevrik Viktor Yushchenko li helbijartinên roja yêkşembî serkeftiye.

Raspêriya helbijartina ya navendî li Ukranua hêşta encamêt resmî bi diristî bilave nekirye. Lê alozî heye ku dest û dar dê tundtir bît heke iro raspêriya helbijartinan rabigehînit ku piştevaniya raportêt berî nuke diket ku gotibu serok wezîr Viktor Yanukovich serkeftîye.

Serokê li ser çonê Leonid Kuchma ji hemî aliyêt peywendîdar dixazit dem û dest danustandina biken jiberku bi gotina wî kêşeya siyasî renge Ukranya bikete dû parçe. Aliyekê ser bi rojhelata ku Rusya piştevanya rêzdar Yanukovich dikit û aliyê rojava bi piştevanya rêzadr Yushchenko diket.

Emerîka û Ewrupa riştî li Karbidestên Ukranya kirye ku çi encama neragehînin heta ku bi diristî vekolîn li ser wan peyaman bête kirin ku dibêjin fend û fêl hatibune kirin.

XS
SM
MD
LG