Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha bilind ya Okranî guhdarî li daxazekê diket bo çareser kirina kêşeya li ser helbijartinên serokatiyê. - 2004-11-29


Dadgeha bilind ya Okranî guhdarî li daxazekê diket bo çareser kirina kêşeya li ser helbijartinên serokatiyê ku buye gefe li ser tenahya wî welatî.

Dadgeheka bilind ya pêda çonê diket li ser daxazeka berbijarê hevrik Victor Yushchenko ku dibêjit dengdana yêk la kirinê li 21 vê mehê gelek fend û fel têda hatibune kirin. Renge ev pêda çone çend roja bikêşit.

Li heftya borî raspêrya helbijartina bi awayekê neresmî encamên helbijatina dyar kirin. Serok wezîrê ser bi Mosko Victor Yanukovych bi piranyeka kêm serkeftiye. Jiber wê ragehandinê aliyê hevrik xwenîşandanên mezin kirin û daxaza dubare kirina dengdanê kir.

Ev kêşeye roja yêkşembî hêşta aloztir bû demê hindek deverên ser bi Rusya li Okranya gutî ew dê dengdanê li ser Otonomî ket heke rêzdar Yanukovych nebîte serok.

XS
SM
MD
LG