Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yêketiya Ewrupî daxazeka Turkya qebul nekir ku danustandina li ser hevkaryeka kêmtir ji endamîyê di wê yêketiyê da biken  - 2004-11-30


Karbidestekê Yêketya Ewrupî daxazeka Turkya qebul nekir ku danustandina biken li ser hevkaryeka kêmtir ji endamîyê di yêketiya 25 welat da.

Wezîrê derve yê Holenda Bernard Bot ku nuke serokatya yêketiya Ewrupî diket iro bo peyamhinêran axift piştî kombunekê digel hevberê xwe yê Turkî Abdullah Gul li Lahay.

Rêzdar Bot got ku çi ferq u cudayî nabin nav bera berbijarêt endamiya yêketiya Ewrupî.

Çaverê tête kirin ku rêberêt yêketiya Ewrupî razî bibin li ser danustandina digel Turkya li kombuna bilind ya meha bêt.

Lê aliyêt parêzyar li Elmanya, Nemsa, û welatêt dî daxaz kirye ku awayekê hevkarê bidene Enqere kêmtir ji endamiyê li duî wergirtina raya giştî we dyar dibit ku gelek welatêt endamêt yêketiya Ewrupî hev bîr nîne li ser vê pirsê.

XS
SM
MD
LG