Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên siyasî yên rêveber li Kurdistana Iraqê dê bi yêk lîst pişikdariyê di helbijartinên giştî yên Iraqê da ken. - 2004-12-01


Serokê berwext yê Iraqê Xazî el-Yawer piştevaniya helbijartinên giştî diket ku li demê dest nîşan kirî bihêne kirin.

Rêzdar al-Yawer ku musilmanekê sunîye iro çarşembî got erkekî qanunî û exlaqîye ku helbijartin li demê dest nîşan kirî bihêne kirin.

Li heftya borî, hindek siyasetvanên sunî yên bi navudeng daxaz kirin ku helbijartin bo demê şeş mehan bihêne paşêxistin ji ber rewşa tenahiyê li welatî, li demê ku hindek melayên sunî daxaza berbend kirina helbijartinan dikirin.

Li heman dem, li bakura Iraqê, rêberên Kurd dibêjin ew qayil bun ku bi yêk lîst pişikdarîyê di helbijartinan da biken.

Partîyên siyasî yên rêveber, Partîya dîmukrata Kurdistanê ya rêzdar Mesoud Barzanî û Yêketiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya rêzdar Jalal Talebanî dê hêzên siyasî yên xwe kene yêk jibo danana systemeka yêkgirtî ya berbijaran li helbijartinên li Iraqê û dê harîkariyê ligel hêzên siyasî yên biçuktir yên Kurdî ken.

XS
SM
MD
LG