Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Israelê dibêjit dê bizavê ket digel partiya Kar ya hevrik hikumeteka hevalbend pêk bînit - 2004-12-02


Serok wezîrê Israelê Ariel Sharon dibêjit dê bizavê ket digel partiya Kar ya hevrik hikumeteka hevalbend pêk bînit.

Serok wezîr Ariel Sharon ev çende ragehand piştî hevalbenda xwe ya serekî partiya Shinwî ji hikumetê derêxist jiber ku bi diraviya dewelatê bo sala bêt qayil nebun.

Biryara serok wezîrê Israelê bû eger ku ji 120 kursiyêt parlemanî bitinê 40 kursî bo bimînin.

Serok wezîr Sharon got ew li hîviye nexşeya vekêşanê ji devera Xezze li sala bêt bicih bînit. Renge asteng bikevine di rêka bicih înana nexşeya vekêşanê da heke zuîtir biken.

Wî got milîtanê Felestînî Merwan berxosî dê di zindanê da mînit li ser hindê ra ku wî xwe bo helbijartinêt serokatiya Felestînî yêt 9 meha yêk berbijar kirye.

XS
SM
MD
LG