Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li bere dadgeha bilind li Okranya iro heynî biryarê bide sebaret jêk negirtinê li ser helbijartinên serokayetiyê. - 2004-12-03


Li bere dadgeha bilind li Okranya iro heynî biryarê bide sebaret jêk negirtinê li ser helbijartina ku bune egera dabeşî kirina wê komara yêketiya Sovyata berê û xwenîşandanên seranserî jyan li paytextê wê rawestandîye.

Eve heftiyeke dadgeh kombuna sebaret helbijartina dike û dadpirs dibêjin ew nêzîk bune bigehin biryara dawî. Berbijarê ser bi rojava Vîktor Yoşçînko dibêje ew buye qorbanya fendûfêlên seranserî li helbijartinên meha borî jibo serokatiya Okranya.

Ew daxwazê ji dadgehê û komisyoma navendîya helbijartina dike dengdanê puç bike. Serokê berê Lyonîd Kuçma piştevaniyê li berêz Yankovîç kirye belê nuha dibêje divêt helbijartineka nuî bête encam dan li demekê zuî çinku Okranya hikumeteka bi şyan û karîger divêt.

Duhî duşembî berêz Kuçma li Mosko digel serokê Rusya Vladimêr Pûtin kom bû. Ew dibêje Kirimlin bi hîvîye alîkariyê bike di pirs girêkên helbijartinên Okranî da.

XS
SM
MD
LG