Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehtîmale rewşa tenahiya Iraqê li meha bêt xiraptir lê bihêt - 2004-12-07


Efserekê bilind yê dezgeha sîxurî ya Emerîkî CIA li Bexda huşdarî daye ku rewşa tenahiya Iraqê dê xiraptir lê hêt li meha bêt.

Rojnama the New York Times axiftinêt karbidestêt hikumetê bilav kirîye ku dibêjin raporteka wî efserî dîtine ku wî bo rêveberêt xwe li dezgeha navendî ya sîxurîya Emerîka CIA hinartibu li meha borî.

Wî efserî hujdarî daye ku dê pitir zêdegavî û lêkdanêt tîreyî hebin hetaku hikumeta Iraqê desthelatdariya xwe mukim diket û aburiya welatî ava diketeve.

Ew rojname dibêjit ew efser xizmeta xwe ya yêk salî li van dawiyan bi dumahî îna ku serokê bingeha wê dezgehê bu li Bexda.

Rêveberiya Bush î û leşker berdewamin di dyar kirina geşbînîya xwe da sebaret bi rewşa tenahiya Iraqê. Duşembî, wezareta berevaniyê got ew hêrişa vê dumahiyê bo ser Feluce dujmin pertebelav kir û got hêzêt parastina Iraqî diberdewamin di zêdebunê da.

XS
SM
MD
LG