Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Careka dî serek wezîrê Okranya Vîktor Yonîkovîç dê berêkanîyê dijî rêberê rikaber Vîktor Yoşçînko bike - 2004-12-08


Perleman bo cara duê di runiştineka ne edetî da li demê çend rojan kom bû û piranîya denga razî bû li ser biryaran bo guhorîna di desturî da û di systemê helbijartinan da. Ew biryare bi 402 denga hemberî 21 dengên dij hat pesend kirin. Li duî wê dê guhorîn di yasayên helbijartinan de bêne kirin bo rê girtinê li dubare buna find û fêlan ewên keftine helbijartinên serokatiyê li meha borî. Biryarên hatîne pesend kirin herwesa dê guhorîna bikin bi mebesta kêm kirina desthelata serokî. Serokê li ser çonê Lyonîd Kûçma berî deng danê li perlemanî axift û rijdî li endaman kir heta dengê razîbunê biden biryaran. Serok Kûçma ew biryar kirin yasa. Rikaberî bi rîformên desturî qayil nebun belê bi pêşnyazên berêz Kûçma razî bun bo rê xweş kirinê li helbijartinên 26 vê mehê. Careka dî serek wezîr Vîktor Yonîkovîç dê berêkanîyê dijî rêberê rikaber Vîktor Yoşçînko bike.

XS
SM
MD
LG