Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê serbazêt Afghanî bi hêrişeka milîtana biryndar bûn - 2004-12-13


Karbidestêt leşkerê Emerîkî li Afghanistanê dibêjin sê serbazêt Afghanî biryndar bûn bi hêrişeka milîtana li ser xeleka leşkerê Emerîkî li parêzgeha Paktîka li başûra rojhelata Afghanistanê. Peyvdarekê leşkerî îro li Kabulê gote peyamhinêran ku xirapkaran yazde gule top duhî havêtine çeperekê leşkerî. Ev hêrişe qewimî heftîyekê kêmtir piştî hêzêt Emerîkî hêrişeka demê zivstanê kirî bo lêgerînê li milîtanêt Taliban berî helbijartinên perlemanî li sala bêt. vê kiryara lêgerînê dest pêkir piştî rêûresmêt wergirtina serokatîyê ya yêkemîn serokê helbijartî li Afghanistanê Hamid Karzay. Armanca hêrişê bo peyda kirina dest û darekê tenahîyê bû ku helbijartinêt serkeftinî bêne kirin.

XS
SM
MD
LG