Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

bombek li Kerbela peqî û bû egera kuştina 7 kesan - 2004-12-15


Li wî demê ku bizavên yêkemîn helbijartinên nîştimanî li Iraqê dest pêkir, hêrişeka dî ya bomba, û ev care li bajarê pîroz yê Şî’eyan yê Kerbela, bû egera kuştina bi layê kêmî 7 kesan.

Pitir ji 80 hevalbendîyan lîsta berbijarên xwe dayne jibo helbijartinên 30 meha yêk. Wezîrê berwext Iyad Allawi îro pişikdarîya xwe di berêkanêya helbijartinê da ragehand ku endamekê bilinde di “lîsta Hevalbendîya Iraqî” ku navê pitir ji 200 berbijaran têda heye.

Adnan Pachachijî, ku syasetvanekê bilinde yê Sunnîyan, dê pişikdarîyê di berêkanîya helbijartinan da ket. Wî dest ji daxazîya xwe ya berî nuha berda ku daxaz ji sunnîyan dikir pişikdarîyê di helbijartinan da neken.

Lê li demê ku Iraq ya berev pêvajoya helbijartinan diçît, xirapkar berdewamin di hêrişên xwe da.

Karbidestên nexoşxana dibêjin peqîneka bihêz ya bombekê li nêzîk merqedê Îmam Husênî li Kerbela bû egera kuştina 7 kesan. Bi layê kêmîve 30 kesên dî biryndar bûn, ku yêk jiwan harîkarekê bilinde yê Ayetulah Ali el-Sîstanî.

XS
SM
MD
LG