Lînkên eksesibilîtî

Diplomatên navnetewey dibêjin berdewambuna Îranê di zax kirina yoranyomê da zêdegavîyê nakete ser rêkftina wê ligel hikumetêt Ewrupî - 2004-12-21


Diplomatên nav netewey dibêjin Iran berdewame li ser zax kirina yoranymî ku renge bo çêkirina çekên navokî bête bikar înan.

Lê dibêjin ev kiryara Iranê zêdegavîyê naket ser rêkeftinên Tehranê digel hikumetêt Ewrupî ku rêk keftîye kiryarêt wesa rawestînit.

Dyplomat dibêjin Îran kiryarêt xwe yêt navokî ya bi domahî tînit ku berî rêkeftina digel Yêketîya Ewrupî li heyva 11, çirya dûê, dest pêkiribû.

Li Duîv wê rêkeftinê Îranê soz da êdî Yoranyomê zax neket li demê ku digel Ferensa, Elmanya, û Birytanya li ser rêkeftineka navokî ya dirêj dem danustandina diket.

Emerîka gelek caran Îran xetabar kirye ku ya bizavê diket çekêt navokî çêbiket. Lê Tehranê ew tawan red kirye.

XS
SM
MD
LG