Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestêt Emerîkî pesna dengdana synatorêt Komara Domînîk dan bo ladana bacêt hênana kelupela - 2004-12-23


Karbidestêt Wezareta Bazirganîya Emerîka pesna dengdana synatorêt Komara Domînîk dan bo ladana bacêt hênana kelupela ku gefe dikire ser rêkeftina bazirganîya azad navbera welatêt yêkgirtî yêt Emerîka û Welataêt Karîbî.

Synatorêt Domînîkî li roja sûşembî di pêkra deng dan wê bacê rakin ku tinê sê heyva li piştî hindê têt ku kongirêsê Emerîkî ew rêkeftine kirye qanun.

Ew biryare pêwîste ji alîyê Civata Nuneran ya kongirêsî bête pesend kirin. Peyvdarekê wezareta bazirganîya Emerîka got hikumetê pêrgînî li vê bizavê kir û çaverê dikit ligel karbidestêt Domînîkî li ser wê rêkeftina bazirganî karî biken.

Qanun danerên Domînîkî li ser wê biryarê qayil bun weku pişkek ji guhorînkarîyên aburî ku zêdekirina baca li ser kelupela, ji yêt xwecihî bigire weku bîre, heta yêt li dervey welatî weku seredana bo dervey welatî, pişkekin ji wan guhorînkarîyan.

Karbidestêt bazirganîya Emerîka hujdarî dane ku hebuna bacê gefe kirye ser pişikdarî kirina komara Domînîk li rêkeftina bazirganya azad ya di nav bera Welatêt yêkgirtî yêt Emerîka û welatêt Karîbî.

XS
SM
MD
LG