Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Telefizyona el-Jezîre kasêteka dengî bilav kir ku we bawer dihête kirin dengê Osame bin Ladinîye - 2004-12-27


Telefizyona Erebî ya el-Jezîre kasêta dengê kesekê bilav kir ku bi Osame bin Ladin hate nyasîn û piştevanîya Abu Musab al-Zarqawi dikir û weku cêgirê xwe li Iraqê li qelem da. û herwesa daxazê diker pişkdarî di hebijartinan da nehêne kirin.

Tora el-Jezîre ew kasêta dengî îro duşembî bilave kir li demê ku wezîrê derve yê Emerîka yê li ser çonê Colin Powell daxaz li Iraqîyên Sûnî dikir pişikdarîyê di helbijartinên 30 meha yêk da biken.

Heta nuha nehatîye pişt rast kirin ku ew dengê Osame bin Ladinî bû.

Rêzdar Powell dibêjît welatên yêkgirtî yên Emerîka bizav dikir da helbijartineka rewa ya serkeftî bidestve bînît.

Bi alîyekê dîve, îro li Bexda bi egera peqîna bombeka ser cadê serbazekê Emerîk hate kuştin û çarên dî biryndar bûn.

XS
SM
MD
LG