Lînkên eksesibilîtî

Colin Powell dibêjit rêveberîya serok Bush di wê bawerê daye ku pêtivîye kêmatîya musilmanêt sunî li Iraqê roleka baş li hikumeta nuî bibînit - 2004-12-28


Wezîrê Derve yê Emerîka Colin Powell dibêjit rêveberîya serok Bush di wê bawerê daye ku pêtivîye kêmatîya musilmanêt sunî li Iraqê roleka baş li hikumeta nuî bibînit ku biryare piştî helbijartinêt 30 meha yêk kanuna duê bêne danan. Roja dûşembî li Washington rêzdar Powell gote rojnamevana pêtivîye rêkekê peyda bikin ku musilmanêt siunî piştrast bibin ku dê nênerîyeka rewa li hikumeta nuî hebit li ser hindêra ku çi bendêt desturî nabêjit ku çi kursîya bidene sunîyan heke li helbijartina sernekevin. Hindek siyasetvanêt sunî dibêjin pişikdarîkîyê di helbijartinan naken. Tirsa heye ku alozkarî li deverêt sunî li naverasta Iraqê egerê bikene ser pişikdarîbuna xelkê demê helbijartina da. partîyeka siyasî ya sunîyan binavê partîya Islamî ya Sunî roja dûşembî ragehand ku pişikdarî helbijartina nabit. Her li ser helbijartinan kasêteka nuî ya dengê ku dibêjin ya Osame bin Ladinîye ji Iraqîyan xast pişikdarî helbijartina nebin. Kesê dengê wî li ser kasêtê Abu Miseb el-Zarqawî bi cêgirê xwe li Iraqê dete nasîn. Ew kasêta dengî hêşta nehatîye pişt rast kirin.

XS
SM
MD
LG