Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîktor Yanokoviç careka dî sozê didet ku her li ser desthelatê bimînit - 2004-12-29


Serok Wezîrê Okranya Vîktor Yanukoviç careka dî sozê didet ku her li ser desthelatê bimînit di ser hindêra ku di helbijartinên roja yêkşembî da sernekeftîye.

Serok Wezîr îro axift piştî xwenîşanderên piştevanên hevrikê wî Vîktor Yuşçinko li dervey bingehê hikumetê li Kêv xirvebuyn da nehêlin rêzdar Yanukoviç biçîte kombunê.

Karbidestên hikumetê gute peyamhinêran ku Civata Wezîran kombunê naket, lê çi eger dyar nekirin bo ragirtina kombunê.

Berî hingî rêberê hevrik Vîktor Yuşçinko, ku weya dyare di helbijartina yêk la kirinê da bo serokatîyê li roja yêkşembî serkeftîye, ji piştevanên xwe xast da rêkê li rêzdar Yanukoviç bigirin da neçîte kombunê.

Bi alîyekê dîve, Karbidest dibêjin rêzdar Yanukoviç sernekeft di gazinda xweda bo raspêrîya navendîya helbijartina ku dibêjit di helbijartinên roja yêkşembîda gelek findufêl hatîne kirin.

Encamên resmî we syar diken ku rêzdar Yuşçinko 52 ji sedê deng wergirtîne.

XS
SM
MD
LG