Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Richard Armitage pêşnyaza danustandinên sê alî kirye li nav bera Waşinton û Bexda û Enkere sebaret bi şervanên Kongira Gel ku nuha li Iraqêne. - 2005-01-03


Richard Armitage Cêgirê Wezîrê Derve yê Emerîkî pêşnyaza danustandinên sê alî kirye di nav bera Waşinton, Bexda, û Enkere de bo pêk înana nexşeyekî karî bo rahavêtinên digel serheldayên Kurdên Turkya ku bingeh li bakura Iraqê danayne.

Nêzîkî 5000 şervanên PKK, Komela ku nuha têne nas kirin bi navê Kongirê Gel di çiyayên nav bera Iraq û Iranê de cih girtine.

Ji mêje Tirkî ji Waşinton dixwaze kiryarekê dijî wan serhildayan bike. Karbidestên Emerîkî dibêjin heta nuha wan çi kiryar nekirye çinku hêzên Emerîkî yên mijulin bi şerê dijî xirapkara li Iraqê û neşên berokên şerî yê dûê vekin dijî PKK yan şervanên Kongira Gel.

Dyare rijdîya Emerîka bo pişt guh êxistina vê pirsê girjî digel Turkya, hevalbenda NATO, zêde kirye.

Têkelî di nav bera Waşinton û Enkere da pitir têkçon dema serek wezîrên Tirkya Recep Teyyip Erdogan navê şehîda danaye ser şervanên xirapkar li Iraqê û dema endamekê perlemanê Turkya gotî kiryarên vê dawîyê yên hêzên Emerîkî dijî xirpkaran li Feluce Cynosayid yan jî qirkirina giştî bû.

Berêz Armitage mezintirîn karbidestê Emerîkî ye seredana Turkya dike piştî seredana Serok Bush li meha 9 Xezîranê.

Piştî danustandina digel rêzdar Armitage wezîrê Derve yê Turkya Abdullah Gul got Turkya têkelîya xwe ligel Emerîka li pêş her tiştekî dî dadinêt.

Li danustandina ligel rêzdar Gul cêgirê Wezîrê derve yê Emerîkî behsê pêngavan bo parastina şofêrên kamyonên Turkya li Iraqê kir.

Heta nuha nêzîkî 80 şofêrên Tirk li Iraqê û di hêrişên cuda cuda da hatîne kuştin.

Li demê kombunê, rêzdar Armitage danustandin digel serokê Perlemanê Turkya Bulent Arinc û serokê stunên leşkirî Hilmi Ozkok kirin.

Dyplomatê bilindê Emerîkî piştî seredana Surya û Iraqê gehîşte Turkya.

XS
SM
MD
LG