Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termê 18 şî'eyan ku bizav dikirin li bingehekê leşkerê Emerîkî li Musil karî biken hate vedîtin.  - 2005-01-06


Karbidestên Iraqî dibêjin termê 18 zelamên şî’e yên cihêl li nêzîk bajarê Musil li bakûra welatî hate vedîtin, ku li wêrê diçone ser karê xwe li bingeheka leşkerê Emerîkî.

Polîs dibêjit ew zelam, ku xelkê Bexda bun, hatibune hilawîstin û piştî hibgî telqe li wan hatibu kirin bi rengê î’damê. Termêt wan li roja çarşembî hatine vedîtin, lê polîs dibêjit ew zelam li berî heyvekê yêt hatine kuştin.

Piştî hêrişa meha 11 ya bi rêveberîya Emerîka li dijî xirapkaran li Feluce, gelek xirapkar revîne Musil. Tundutîjî li wêrê ya zêde buye li van hefîyêt vê dumahîyê û bi dehan term dihêne vedîtin.

Herwesa îro pênçşembî, merînzekê Emerîkî li parêzgeha al-Anbar li rojava welatî hate kuştin.

Li heman dem, li Ordin, Welatên hevtuxub ligel Iraqê yê pişikdarîyê di konfiransekê da diken ku we çaverê tête kirin piştevanîya helbijartinên 30 meha yêk biket û daxazê ji Iraqîyan biket ku guh nedene daxazên hindek desteyên sunîyan bo pişikdarî nekirin li helbijartina ji ber zêdebuna tundutîjîyan.

XS
SM
MD
LG