Lînkên eksesibilîtî

Gelek welatîyên Emerîkî amadene zarokên jiber karesata tsunamî bê deykûbab mane xudan biken - 2005-01-06


Karbidestên Emerîkî dibêjin hêşta gelek zuîye ku Emerîkî ew zarokên ku êhtîmale jiber karesata tsunamî ya meha borî bê deykûbabê mane xudan biken.

Li belavokekêda, dezgeha (U.S. Citizenship and Immigration Services) dibêjit ku hindek Emerîkîyan gotine amadene malên xwe bo wan zarokan veken ku ji wê karesatê rizgar bune.

Wê dezgehê pesna wê bizavê da lê got ku paşeroja deykûbabê gelek ji wan zarokan hêşta nedyare. Ew dibêjit dê gelek meh pêçit heta ku ew welatên ber karesatê keftîn bişên pişt rast biken kî zarok bê deykûbabê maye.

Herwesa dibêjit, gelek caran zarokên dimînin bê deykûbabê ji layê kesukarên xwe yên dîve têne xudan kirin. Û dibêjit ev rêke baştire ji hindê ku zarok dibinîra ji kesukarên xwe bihête veqetandin.

XS
SM
MD
LG