Yêketîya Ewrupî dibêjit li vê heftîyê ew dê danustandinên bazirganî ligel Iranê dest pêketeve, piştî ku Tehran qayil buye bizavên zax kirina yoranyomê ragirît.
Karbidestên Yêketîya Ewrupî îro sêşembî gotin ew dê herwesa danustandina ligel karbidestên Iranî li ser mafên mirovan, bernama Iranê ya navokî û hindek babetên dî ken.
Danustandinên bazirganîyê yên berî nuha li sala 2003 rawestan jiber tawanên ku digotin Iran çekên navokî dirust diket li jêr navê bernameka navokî ya aştîyane. Lê Iran rêkeftinek ligel endamên Yêketîya Ewrupî mor kir ku qayil bû bizavên zax kirina yoranyomê ragirît.
Herwesa li vê heftîyê Iran razîbû ku Ajanasa Hêza Navokî ya Navnetewey li cihên leşkerî yên nêzîk Tehran vekolînê biket da wan tawanên digotin Iran çekên navokî çêdikirin nerast der bêxin.