Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ceneralekê leşkirê Emirîkî li Iraqê dibêjit hêzêt hevalbendîyê roleka kêma parastinê dibînin demê helbijardinêt Iraqê - 2005-01-16


Ceneralekê leşkirê Emirîkî li Iraqê dibêjit hêzêt hevalbendîyê roleka kêma parastinê dibînin demê helbijardinêt roja 30 heyva yek. Ceneral Carter Ham, serokê hêzêt fireh nejad li bakora rojavaya Iraqê gote peyamhinêran ku herçende jimara hêzêt parastina Iraqê kêm boye, lê jimara wan temame bo parastina bingehêt dengdanê. Wî got ku hêzêt hevalbendîyê dê nizîkî wan bin û dê amade bin bi zotrîn dem bersiva her gazîyeka hêzêt parastina Iraqî biden. Hejî gotinêye roja şembî karbidestêt Iraqî ragehand ku dengder li parêzgehêt Neynewa û Enbar dişên li roja dengdanê navêt xwe bo helbijardina binvîsin.

XS
SM
MD
LG