Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraqîyêt dervey Iraqê yê navêt xwe di nivêsin da pişikdarîyê di helbijartinêt nîştimanîda biken. - 2005-01-18


Navenda konfiransa Wembley li bakûra rojava London yêke ji 3 bingehên navnivêsînêt bo dengdanê li Birîtanyaye. Li Birîtanya nêzîkî 250 hizar Iraqî dijîn.

Rêkxistîya karubarêt mişexitbunê û penabera ya navnetewey ku rêkxistîyeka nehikumîye ya harîkarîya diket bo rêkxistina dengdana Iraqîyêt ku li 14 welatêt seranserî cîhanê dijîn.

Bi texmîna wê rêxistîyê, nêzîkî 150 hizar Iraqî li Birîtanya dê navê xwe nivêsin û dengên xwe diden. Ahmed Shames yêke ji wan. Ew berî 8 sala çobû Birîtanya piştî 7 endamêt malbata wî li Iraqê hatîne girtin. Rêzdar Shamas yêke ji 500 Iraqîyêt ku bo navnivêsîna dengderêt Iraqî li London, Manchester û Glasgow ku yê harîkarîyê diken.

Rêzdar Shames dibêjit “ Ewey ez yê nû geh bum xewna min rojeka husa bû. Ez gelek û gelekê keyf xweşim û gelekê ser bilindim ku dê pişikdarîyê di vê bizavê da kem ku hîvîdarim ev helbijartine kiryareka serkeftî bît bo Iraqê û nimuneyek bît bo rojhelata naverast û bo cîhana Islamî.”

Rêzdar Shames dibêjit xwe amadekirin bo yêkemîn helbijartinên dymukrasî li Iraqê bizav û livîneka berçav di nav Iraqîyan da li Birîtanya peyda kirye.

Rêzdar Shames dibêjit “Em gelek kesa dibînîn, dyka, zaroka û heta kesêt seqet dibînîn têne vêre û navêt xwe bo helbijartina di nivêsin. Her kesekê li vêre gelek dil xweş û şane. bo yêkemîn car di jyana xweda ew dîtin û bo çunêt xwe li ser dymukrasîyetê dyar diken, vêca ew gelek dil xweşin.”

Dunia Neame ewjî li bingehê dengdanê harîkarîyê diket dibêjit herçende ku ew çi cara neçoye Iraqê, lê wê biryar da harîkarîya bizava helbijartina biket. Berî ew peyda bibît deykubabêt wê ji Iraqê revîn. Li 15 salêt borî, ew her li Birîtanya bû. Bi dîtina wê helbijartin pişkeke ji piroseyekê ku li paşerojê dê rêkê det biçîte welatê babû bapîrêt xwe.

Dunia dibêjit, “Bi dîtina min xewna her Iraqîyekêye ku vegerêteve Iraqê û Iraqê bibînit, lê di vî demîda, bi hizaran hemî Iraqî ku pasportêt Birîtanî, Emerîkî û her welatekê dî hebit, gefe li ser wan heye bête revandin û kuştin. Lê hêdî hêdî ku destudar baştir lê dihêt em dê her vegerêyneve ku li wêrê bijîn.”

Sîbera alozkarîyêt siyasî, nijadî, û olî li Iraqê gehîştine navenda nav nivêsînê bo helbijartina li London jî. Çend kesêt ku navê xelkê di nivêsîn gotine Dengê Emerîka ku ew na xazin ku çavpêkeftina digel wan bêne kirin yanjî wênêt wan bêne girtin ji tirsa hindê ku harîkarî kirina wan bo bizava helbijartina bibîte eger ku jyana kesûkarêt wan li Iraqê bikevîte di xeterê da.

Li navenda Wembley parastin hatîye tund kirin. Stuart Poucher ji rêxistîya Navnetewey bo mişextbunê û penaberîyê dibêjit “Me mekînêt tirîşkê hene û her wekû li firîngeha me mekîne hene ku dê her kesek di navra cît û paşê hête jor. Ez dişêm bêjim ku çi gefêt dyar livêrî nîne û me bawerîyeka dirust heye ku dê bê giriftarêt parastinê derbaz bît.”

Nav nivêsîn bo helbijartina heta roja yêkşembî ya bêt dê berdewam bit û yêkemîn dengdan bo helbijartina dyrokî ya Iraqê li 28 vê mehê ji alîyê Iraqîyêt li Austuralya dê hête kirin.

XS
SM
MD
LG