Karbidestên Iraqî dibêjin otumbêleka bombekirî li navenda Bexda li nêzîkî ofîsa serok wezîr Iyad Allawi peqî û bû egera biryndar buna bi layê kêmîve 10 kesa ku piranîya wan polîs bûn.
Desteya terorîsta bi rêveberîya Abu Musab al-Zarqawi birpirsyarîya wê peqînkarîya îro bi stoyê xweve digirêdet.
Li heman dem, hikumeta Iraqê dibêjit hêzên parastinê harîkarekê bilindê Abu Musab al-Zarqawi desteser kirine.
Desteya Abu Musab al-Zarqawi soz daye ku helbijartinên Iraqê yên heftya bêt têkbideben weku pişkek ji ya ew dibêjinê ‘şerekê tund‘ li ser dymukrasîyetê.
Balwêzê Emerîka li Iraqê, John Negroponte, da pênasîn ku hindek gefên parastinê li berahîya helbijartinên 30 meha yêk hene. Di ser hindê ra, ew dibêjit behra pitirê ya Iraqîyan dê şên dengî biden.