Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Israelî û yên Felestînî kombuna diken da karubarên parastina  hindek devrên Kenara Rojava bidene dest Felestînîyan - 2005-01-31


Karbidestên Felestînî û yên Netewên Yêkgirtî dibêjin kiçeka 10 salî ya Felestînî teqe lê hate kirin û hate kuştin demê hêzên Israelî teqe havêtine li nêzîk xwêndingeha ku ji alîyê netewên yêkgirtîve tête birêvebirin li kerta Xezze.

Karbidest dibêjin teqe bi serê wê kiçê keftibû li demekê zuî îro dûşembî li xwêndingeha kempa penahberan li Rafah. Li destpêkê Hatibû ragehandin ku ew kiça heft salî hatibu biryndar kirin.

Leşkerê Israelî, ku serbaz li dewruberên wêrê heye, dibêjin ew ya lêvekolînê li ser wê serhatîyê diket.

Li demekê piştî hingî her îro, wezîrê berevanîya Israelê ligel danustanderên bilind yên Felestînî dê kom bin da li ser rêkeftinekê baxivin ku Israel karubarên parastinê li hindek bajarên Kenara Rojava bidete dest desthelatdarîya Felestînî.

Ew kombuna hêvarî dûem kombune li wan kombunên sê rojî nav bera Shaul Mofaz yê Israelî û rêveberê parastinê yê berê yê Felestînîyan Mohammed Dahlan

Jêderên Felestînî dibêjin navendên bajêrvanî ku danustandin li ser tête kirin Ramallah, Jericho, Qalqiliya û Tulkarem e.

XS
SM
MD
LG