Perlemanê Sûdanî bi giştî rêkeftineka aştîyê digel serhildayêt başûr pejirand, û bi vî awayî dirêjtirîn şerê navxwe li Efrîka bi dumahî têt.
Piştî dengdana îro, hemî endamêt Perlemanî rabune pyave bo dyar kirina piştevanîya xwe bo rêketina ku hikumet li 9 heyva yêk digel Bizava Rizgarîkirina Gelê Sudanê li Nairobi morkir, piştî danustandinêt pitir ji dusalan Kenya.
Yêk ji bendên serekî yêt rêkeftina aştîyê ewe ku 6 sala û otonomî bidene başûra Sudanê piştî hingî dê derfeta wê herêmê hête dan bo serxwebunê dengdanê biken.