Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herdû partîyên serekî li Herêma Kurdistana Iraqê rêkeftin ku hikumeteka nuî ya yêkgirtî jibo herêmê damezrînin. - 2005-02-03


Rêzdar Masoud Barzanî û rêzdar Celal Talibanî konfiranseka rojnamevanî li havîngeha selahedîn li parêzgeha Hewlêr girêdan ku têda xuya kirin herdû partîyên serekî li Kurdistana Iraqê, Partîya Dymukratîya Kurdistanê PDK û Yêketîya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK, li ser hindê rêkeftin ku îdareka yêkgirtî jibo Herêma Kurdistana Iraqê damezrînin.

Herwesa herdû partîyan rêzdar Celal Talibanî jibo postê serokê Iraqê yanjî serok wezîrê hikumeta Iraqê dest nîşan kirin weku nunerê Kurdan li hikumeta nuî ya Iraqê.

Herwesa xuya kirin ku herdû la rêkeftin rêzdar Masoud Barzanî postê serokê Herêma Kurdistanê wergirit ku Perlemanê nuî helbijartî dê qanuneka taybet jibo wî postî danêt û pesend ket û desthelata serokê herêmê xuyaket.

Serokê Perlemana Herêmê dê Ednan Miftî bît, endamê mekteba siyasî ya Yêketîya Nîştimanî ya Kurdistanê. û cêgirê wî dê ji alîyê PDK ve hête dest nîşan kirin ji lîsta Nîştimî ya Dymukratî ya Kurdistanê.

Perlemanê nuî helbijartî yê Herêmê dê kandidê PDK bo postê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, dest nîşan ket ku dê hikumeteka nuî ya yêkgirtî jibo Hêrêmê damezrînit. Cêgirê serok wezîrî dê ji layê YNK ve hête dest nîşan kirin.

XS
SM
MD
LG