Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberê Felestînî û Serok Wezîrê Israelî cuda qayil bune serdana Emerîka biken.  - 2005-02-07


Wezîra Derve ya Emerîka Condoleezza Rice dibêjit Rêveberê Felestînî û Serok Wezîrê Israelî cuda qayil bune serdana Emerîka biken.

Xatun Rice îro duşembî serdana herduka ragehand pişt ku cuda ligel rêzdar Abbas û rêzdar Sharon kombuye. Rêvebê Israelî û yê Felestînî li roja sêşembî dê li Misrê li Kombuna Bilind ya Rojhelata Naverast kom bin.

Ji berî ku wê deverê bihêlit, Xatun Rice got ew pişt raste ew kombun dê ya serkeftî bît.

Li demekê berî hingî, piştî ku ligel rêzdar Abbas li kenara Rojava komû, xatun Rice got Washington dê li dem u li dest 40 milyon dolara harîkarî dete Felestînîyan. Ew pare pişkeke ji wê 350 milyon dolarên ku serok Bush soz daye bidete Felestînîyan.

Rêzdar Rice herwesa dest nîşan kirina jeneralê leşkerê Emeîkî William Ward wek Sexbêrê Emerîkî li piroseya aştîyê li Rojhelata Naverast ragehand.

XS
SM
MD
LG