Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Otumbêleka bombe kirî li navenda Bexda peqî û bû egera kuştina bi layê kêmîve 2 kesa - 2005-02-10


Iro pênçşembî, otumbêleka bombe kirî li navenda Bexda peqî û bû egera kuştina bi layê kêmîve 2 kesa û biryndar buna hindekên dî li demê ku xirapkar berdewamin di bizavên xweda yên terorîstî yên piştî helbijartina.

Û li başûra Bexda polîsê Iraqî termê 20 şofêran vedît ku teqe lê hatibune kirin û hatibune kuştin.

Li heman dem, hikumeta demî ya Iraqê got ew dê tixubên welatî bo demê 5 rojan girit, ji roja 17 vê mehê, da rewşa tenahîya welatî baştir lê bihêt li demê merasîmên ûlî yên musilmanên şî’e, Aşura.

Û li roja çarşembî, raspêrîya helbijartinên Iraqî got ew dê nêzîkî 300 sindoqên dengdana 30 meha yêk dê hijmêrineve û ew amade nîne ku encamên dumahîyê ragehînit ku we çaverê dihate kirin îro pênçşembî hatibane ragehandin.

XS
SM
MD
LG