Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokekê çar heyvî ku li karesata tsunamî sax mabuve vegeryav di nav hembêza dayk û babêt xwe da - 2005-02-14


Zarokekê çar heyvî ku li karesata tsunamî ya 26 heyva 12 ya borî sax mabuve, vegeryav di nav hembêza dayk û babêt xwe da li Srî Lanka piştî li ser DNA, anku şanêt mirovan yêt dayk û babêt wî vekolîn hatîye kirin.

Dadgeheka wî welatî îro pişt rast kir ku ew deyk û babêt wî zarokîne, bi vî away giriftkarîya heyvu nîvan bi dumahî hat ku 9 jin û mêran gotibû ku deykubabêt wî zarokîne ku bi zarokê hejmara 81 tête nasîn. Lê deykubabêt biresmî pirsa xwe bire dadgehê.

Piştî karesata tsunamî zarokekê sava dinav ber û kevran û darubaran da li dev ava Srî Lanka hate peyda kirin. Deyku babêt wî heyî û neyît xwe û hemî belgêt resmî li wêrê ji dest dabun.

XS
SM
MD
LG