Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Libnanê Emile Lahoud seredana malbata Refîq el-Herîrî kir - 2005-02-18


Serokê Libnanê Emile Lahoud ku alî girê Suryaye îro heynî seredana malbata serok wezîrê berê yê ku hatî kuştin Refîq el-Herîrî kir.

Li duîv wê seredanê rêzdar Lahoud çi têbînî bilav nekir.

Malbata rêzdar al-Herîrî ji endamêt hikumetê û rêzdar Lahoudî daxaz kiribun pişikdarîyê di meresîmêt veşartina el-Herîrî da neken ku pitir ji 200,000 kes têda pişikdarbun. Malbata el-Herîrî û siyasetvanên Libnanîyên hevrik Surya bi kuştina wî tawanbar diken ku hêza serekîye li Libnanê. Dimeşqê ew tawan red kirye û dibêjit çi têkelî di wê kuştinê da nebuye.

Li heman dem, karbidestêt Libnanî dibêjin ew yê li hindek zelaman digerhin ku ji Beyrut bi firokê çone Austuralîya bi demekê kurt piştî wê hêrişê.

Ajanasa dengubasêt Ferensî ji zarê wezîrê dad yê Libnanê got hindek paşmayên kerestên peqînê li ser kursîyên wê firokê hatine vedîtine.

XS
SM
MD
LG