Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzêt Emerîkî û Iraqî diberdewamin li ser kiryarêt parastinê li parêzgeha Enbar - 2005-02-21


Hêzêt Emerîkî û Iraqî diberdewamin li ser kiryarêt parastinê li parêzgeha Enbar li rojava Bexda.

Karbidestêt Emerîkî dibêjin roja yêkşembî jimareka kiryarêt parastinê hatine kirin li jimareka bajêran li rojava ruîbarê Firat weku Remadî û hatin û çon hatibû berbend kirin.

Bi alîyekê dîve wezareta derve ya Endonîsî evro pişt rast kir ku dû rojnamevanêt Endonîsî ku li Iraqê hatibune revandin hatîne berdan.

Û li Musilê karbidestêt Iraqî dibêjin roja yêkşembî direng karmendeka telefizyoneka xwecihî hate revandin. Û di kasêteka vîdyoyê da ku telefizyona el-Cezîre belav kirye dibêjit el-qaîde peyamek binavê rêberê jimare duê yê wê komelê Eymen el-Zewahirî nerazî bunê dyar diket li ser daxaza Emerîkî bû guhorînê û çêkirinevê li cîhana Islamî.

XS
SM
MD
LG