Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê derve yê Iranê giringî neda zêdebuna giranîya Emerîka û Ewrupa li ser welatê wî bo rawestandina bernama navokî - 2005-02-22


Wezîrê derve yê Iranê Kemal Xerazî giringî neda zêdebuna giranîya Emerîka û Ewrupa li ser welatê wî bo rawestandina bernama navokî.

Dema behsa rêbaza derve dikir li navendeka vekolîna li New Delhî îro sêşembî, berêz Xerazî got Iranê maf heye bernama navokî bo mebestên aştîyê pêşvebibe û ew qet yasayên navnetewey naşikine.

Berêz Xerazî ku bi seredaneka dû rojî li Hindistanê ye got Tehran hevkarîyê digel ajansa Etumî ya navnetewey û yêketîya Ewrupî dike li ser vê meselê.

Waşinton guman hene Iran bi dizîve çekê navokî pêş dêxe û biryar nedaye hêzê bikar bîne eger Tehran dev jiwê bernamê bernede. Bi alîyê xweve Iranê hujdarî daye Waşinton hêrişa neke ser dezgehên wê yên navokî û got wê şyanên mezin hene jibo berevanî kirinê ji xwe.

XS
SM
MD
LG